Necatê Zivingî
Necatê Zivingî

Şev tarî ye, serma ye
Her tişt kûr e, her der dûr
Ber bi tarîtîyeke tîr ve dimeşî
Netirse!
___________
Gece karanlık, soğuk
Her şey dipte, her yer uzak
Karanlık bir karanlığa doğru yürüyorsun
Korkma!

Necatê Zivingî
Necatê Zivingî

Ti tişt nedihat gotin û nediqedîya

Necatê Zivingî
Necatê Zivingî

Jîyan hestkirinek e, bi peyv û bê peyv
Narije tasekê, nayê vexwarin.

Necatê Zivingî
Necatê Zivingî

Her ew ku aşiq e ji can natirse
Aşiq ji zencîr û zindan natirse
Dilê aşiq wekû gurê birçî ye
Ku ew ji heyheyên şivan natirse

-Baba Tahîrê Uryan

Necatê Zivingî
Necatê Zivingî

Tu qedrê kitaba xwe qenc bizane
Nebê "Kurmancî ye, kes qedrê wê nizane"

Necatê Zivingî
Necatê Zivingî

Çiqas got, çiqas sot, çiqas ajot!
Û min guh nedayê, dil dayê..

Necatê Zivingî
Necatê Zivingî

Binêrîne hukmê Xwedê
Siwar bû ew biçîne keyfê
Mirîyek dî li nav darmeytê
Li ser milan dibin bo qebrê

Pirsiyar kir ev mirî kî ye?
Gotinê kurê walî ye
Cihêl bû xort û cundî ye
Vê sibê bê derd mirîye

Necatê Zivingî
Necatê Zivingî

Sisê derdên dinyayê hene; xerîbî, hêsîrî,û xema yarê. Xema yarê ya herî dijwar e

Necatê Zivingî
Necatê Zivingî

Çavên min mîna eynane
Biskê min mîna qeytane
Diranê min mîna mircan in
Eniya min mîna ferşane
Berê min mîna fîncane
Fîncanên mîr û paşane
Sîngê min mîna zozane
Zozanên haft eşîrane
Zembîlfiroş, lawikê derwêş
Lê bike kêf û seyrane

Necatê Zivingî
Necatê Zivingî

"Ne ji dostan ne ji neyar e, mirov ji berhema xwe dîyar e."

Necat Zivingî

Necatê Zivingî
Necatê Zivingî

Derdê me derdek xedar e, çar teref bûne neyar e
Hey hewar sed car hewar e, ya Resûlellah meded