Gelo tu baş î?
Dikarî bikenî?
Dikarî bigirî?
...
Dizanî?
Wê baran bibare kêliyeke din
Nizam ez ê çi bikim hingî?
Belkî bibe kûrkûra min
Belkî bibe oreora min
Belkî!...
Ali Gurdilî
Hallac di navbera salên hîcrî 270-272 an de diçe mekkê ûli wir di hewşa mizgeftekê de, salekê ( ji bilî pedivîyên xwe yên mecbûrî) ji cihê xwe ranabe û nalive. Xwarina wî, her roj du qurt av û perçeyek nan bûye.
Ne baran û ne jî tavê, qet wî aciz nekirîye lewra wî wisa bawer dikir ku bi rîya paqijî û zelalîyê, mirov dikare xwe bigihîne xwedê.
Bedir Şakir El-Seyyab
Tu dizanî baran çi xemgîniye vedijîne?
------
Bilir misin nasıl bir hüzün verir yağmur?
Nusret Marûnisî
“Dîlber were wekî caran
Xemên dilê min bûne wek pelén daran
Aqil çûye bûme wekî jaran
Bi derd û xeman li bin baran
Tu dizanî ez evîndar im
Ji dil û cegerê birîndar im
Dikim qêrin dîn û har im
Ez feqîrek bê cih û war im
Eger çendî gunehkar bim
Nezan û neguhdar bim
Ji rehma te hêvîdar im
Ku tu
werî bendewar im “