Ey dilberê wey dilberê
Feryad ji destê keserê
Avek ji ava kewsere
Wêran ez im malim xirab
![M. Xalid Sadinî](images/avatarlar/pexels-daria-shevtsova-161.png)
M. Xalid Sadinî
Dilo rabe dilo rabe
Veke çavan ku êvar e
Nezan û bes di xew da be
Bi newmê ra nebe yare
![M. Xalid Sadinî](images/avatarlar/pexels-riccardo-bresciani-307.png)
M. Xalid Sadinî
Aşiqê sêv û biha me
Ji bo cemala mubtela me
Ger bibînim canfîda me
Kes bi halê min nezan
![M. Xalid Sadinî](images/avatarlar/pexels-riccardo-bresciani-307.png)
M. Xalid Sadinî
Ey dilbera gerdenzirav
Dêmşûşeya tijî gulav
Ey duxtera bejna zirav
Wêran ez im malim xirab